Zêdetir ji 30,000 mayîn, bombeyên bidestçêkirîû xaniyên bomberêjkirî ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Mûsilê hatin bêbandorkirin di şeş mehên borî de, birêveberê Berevaniya Sivîl a Mûsilê îro Pêncşemê (5ê Nîsanê) ragihand.
"Tîmên rakirina mayînên neteqyayî yên berevaniya sivîl pêngavên astberz dan destpêkirin bo paqijkirina xanî û sikakên Mûsilê ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî "ên ku DAIŞê ew çandibûn beriya ku ji bajêr derkeve, aqîd Wehîd Mihemed Hemdanî ji Diyaruna re ragihand.
"Kar li dar e bo paqijkirina hemû deveran û piştrastbûyîn ji nebûna teqemeniyan," wÎ got.