Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşargeheke DAIŞê li Enbarê kifş kir

Hêzên Îraqî du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, ên ku plan dikirin ku xwe biteqênin û veşargeha wan teqandin li Enbarê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî îro Pêncşemê (5ê Nîsanê) ragihand.

"Di oporasyoneke lêgerînê de li rojavayê Gola Sersar, hêzek ewlekarî ya Fermandariya Operasyonên Enbarê bi sê milîtanên ku êlekên teqîner li xwe dikirin ketin pevçûnan de, wan kesan jî xwe di tuneleke jêrzemînî de vedişart, û pevçûn derket piştî wan qebûl nekir ku xwe radest bikin," berdevkê fermandariyê, emîd Yehya Resûl, got.

"Du ji wan hatin kuştin, û yê sêyem xwe teqand," wî got.

Yek ji milîtanan bi navê Omer Fehdawî, dihat naskirin, ew jî endamekî bilind yê DAIŞê bû û ew çend sal bûn ku ew ji dadweriya Îraqî re dihat xwestin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500