Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî sê torên tawanakariya rêxistinkirî têk dibin li Besrayê

Hêzên Îraqî sê tor têk birin li Besrayê heftiya borî, ku cih di qaçaxkirina neftê, firoştina dermanên hişbir û talankirina çekdar cih digirtin, polîsê Îraqî li parêzgeha Besrayê îro Pêncşemê (5ê Nîsanê) ragihand.

"Hêzên ewlekarî yên hevbeş 40 kesên tên xwestin girtin, ew kes jî beşek bûn ji sê torên xeterdar ên pispor di qaçaxkirina neftê, talankirinên çekdar û firoştina dermanên hişbir," Eqîd Ekrem Fetlawî ji Fermandariya Polîsê Besrayê ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî bi hejmarek kesan ji wan re ketin pevçûnan de piştî ku wan qebûl nekir ew bên girtin, û di encamê dê hemû hatin girtin," wî da zanîn, û eşkere kir ku ev operasyon dê bibin sedema "pêşketineke balkêş" di ewlehiya Besrayê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500