Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîma Sûrî haziriya êrîşekê li dijî DAIŞê dikin li nêzî paytextê

Hêzên rejîma Sûriyê li hev kom dibin li beşûrê Şamê beriya êrîşeke plankirî li dijî "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ), AFP îro Pêncşemê (5ê Nîsanê) ragihand.

Çekdarên DAIŞê beşine mezin ji campa Felestînîyan a Yermûkê û parçeyan ji navçeyên Hecer Eswed û Tedamunê li başûrê paytextê kontrol dikin ji 2015ê ve.

Meha borî, wan dest danî ser taxa Qedemê a cîran, û sûd wergirtin ji mijûldariya hêzên Sûrî bi lidarxistina operasyonekê li dijî çekdarên opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, ya ku dikeve tenîşa bakur-rojhilatî ya paytextê.

Ji Yekşemê ve, hêzên piştevan ji hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê "bo başûrê Şamê hatin şandin, weke amadekarî bo êrîşeke leşkerî bo bidawîkirina hebûna DAIŞê li paytextê", Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rojnameya Weten a alîgira rejîmê ragihand ku êrîşeke serbazî ya mezin li ser DAIŞê li deverê di rê de ye, lê tu dem an jî hûragahî parve nekirin.

Derkirina endamên DAIŞê dê bihêle ku rejîm bi temamî paytextê kontrol bike bo cara yekem ji 2012an ve.

Yermûk devereke pêşketî bû û ji dora 160,000 Sûrî û Felestînî re war bû, beriya ku were wêrankirin ji dawiya 2012an ve.

Şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û çekdarên opozîsyonê de li kampê derketin, û bûn sedema reva bi hezarên kesan.

Ji 2015an ve, DAIŞ piraniya Yermûkê kontrol kontrol dike, û hêzên girêdayî Qaîdê li Sûriyê tiştî mayî kontrol dikin.

Di du hefteyên borî de, çekdarên hevbendiya Tehrîr el-Şam Yermûk terikandin li gorî vekişîneke bi merc, lê belê bi sedan çekdarên DAIŞê li wir mane, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500