Nûçeyên Iraqê

Koşka Sipî: Misyona li Sûriyê ber bi "dawî ve diçê" lê hîna maye

Koşka Sipî îro Çarşemê (4ê Nîsanê) ragihand ku misyona serbazî ya Amerîka li Sûriyê "ber bi dawî ve diçe" lê belê tu qewlek bo vekişyanê nehat diyarkirin, AFP ragihand.

Çend rojan piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Tramp ragihand ku dora 2,000 hêzên ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê di demeke nêz de vegerin malê, Koşka Sipî balkişand ser bêsrûberiya vekişînê.

"Misyona serbazî ya nehiştina DAIŞê li Sûriyê nêzî dawî dibe, DAIŞ hema bibêje bi temamî tê wêrankirin," daxuyaniyeke Koşka Sipî got.

"Amerîka û hevparên me hîna jî pêbend in bi nehiştina hebûna piçûk a DAIŞê li Sûriyê û hêzên me hîna ew hebûna bi temamî bi dawî nekirine."

"Em dê bi berdewamî bi hevalbend û hevbendên xwe têkildarê pilanên pêşerojê bişêwirin. Em texmîn dikin ku welatên li herêmê, li gel NY, kar bikin bo aştiyê û piştrastbûn ku DAIŞ nema serê hildide."

Li gorî Washington Post, Tramp ferman li serkirdeyên leşkerî kiriye ku haziriya vekişîna ji Sûriyê bikin, lê belê tu dîrok ji vekişînê re nehatiye diyarkirin.

Rêveberê Hewalgiriya Niştîmanî Dan Kots got ku Tramp beşdarî kir "di nîqaşeke girîng de" li gel tîma wî ya asayîşa niştîmanî li ser pêbendiyê Amerîkayê li Sûriyê li Koşka Sipî roja Sêşemê.

Trump Sêşemê got ku ew dixwaze ku hêzên Amerîkî ji Sûriyê "vekişin", tevî ku berpirsiyarên bilind ên Amerîkayê tekezî li ser mayîna bo demeke dirêj kirin.

"Misyona me a serekî li Sûriyê nehiştina DAIŞê ye," Tramp Sêşemê got. "Me teqrîben ew task qedandiye. Û em dê biryarekê bistênin bi lezûbez bi hevkarî li gel aliyên din li herêmê derbarê ka em çi bikin di pêşerojê de."

Di pêwendîyeke telefonî de, Tramp û Serokê Fransî Emanwel Makron pêbendiyên xwe têkildarî "têkbirina tam" a DAIŞê nîqaş kirin, Koşka Sipî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500