Nûçeyên Iraqê

Duyem sana terorî di du rajan de li Enbarê hat têkbirin

Hêzên Îraqî yên hevbeş şaneke terorî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê li devera Ebû Teybanê têk birin, di operasyona duyem de ya mîna vê di du rojan de ya ku şanên DAIŞê dike armanc, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îro Çarşemê (4ê Nîsanê) got.

"Di hewldaneke hevbeş de, hêzên Îraqî û yekîneya hewalgirî ya Firqeya Dehem şaneke terorî ya ji şeş endaman pêk dihat têk birin, şana operasyonên tawanbar li Enbarê plan dikirin," liwa Mihemed Felahî ji Diyaruna re got.

Endamên şanê xwe di avahîyan de li Ebû Teybanê vedişartin, cihê ku çekên cihêreng û amûrên serbazî, herwiha teqemenî û navgîneke bembekirî û teqînên bidestçêkirî lê hatin dîtin, wî got.

Berî rojekê, polîs, bi piştgirîya Ajansên Dijî Terorîzmê û hêzên Istibaratê Serbazî, şaneke din ya teror ya DAIŞê li Remadîyê hat têbirin, fermandarîya polîsê Enbarê got.

Şan pispor bû di çandina IEDs û plankirina operesyonên tawanabr, serokê polîsê Enbarê liwa Hadî Kesar Erzêj got.

Endamên şanê li deverên Elbû Elî û Elbû Şaban hatin girtin, li bakur û rojavayê Remadîyê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500