Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî "miftîyê îdamkirinê" li Mûsilê girtin

Hêzên ewlekarî li parêzgeha Nînewayê serkirdeyekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûrê Mûsilê roja Sêşemê (3ê Nasanê) girtin, serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgehê, Mihemed Beyatî, got.

"Miftîyê îdamkirinê" yê DAIŞê -- Şêx hajim Dîb -- li taxa Şorayê li başûrê Mûsilê hat girtin li ser bingeha agahîtên istixbaratî û şîretên ji alîyê niştecîyên xwecihî ve, Beyatî di konferenseke rojnamegerîyê de li Mûsilê got.

"Hêzên ewlekarîyê ew girtin dema ew ji malekê li herêmê derket cihê wî xwe tê de vedişart," wî got.

Herwiha Dîb nasname û cihê çar alîkarên xwe diyar kir, ên xwe di nav niştecîyên xwecihî de vedişêrin, Beyatî got.

Yê girtî "destên wî di îdamkirinên komî de ji sivîlên Mûsilê û hejmarek ji karmendên ewlekarî re hebû" wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500