Serokên Îran, Tûrkîya û Rûsyayê di (4ê Nisanê) de civiyan di duyem lûtkeya wan a sêalî de di kêmî şeş mehan de, lûtkeya armanc dike ku proseya aştîyê li Sûrîyayê zû bike û bandordariya wan li Sûrîyayê qayim bike, AFP ragihand.
Serokê Turk Recep Teyip Erdogan mêvandarîya hemberên xwe yên Rûsî û Îranî Vladimir Putin û Hesen Rûhanî li Enqerayê kir.
Ev civîn dyemîn lûtkeya sêalî ye piştî ya yekem bi mêvandarîya Putin bû di meha Mijdarê de li bajarê Deryaya Reş Sûtçîyê.
Her sê hêz piştgirîya giftûgoyên aştîyê li paytexta Kazexistan Astanayê dikin, ya dibêjin ku proseyeke paralîl e bo piştgirîkirina giftûgoyên ku NY piştgirîya wan dike Cinêvê.
Piştî giftûgoyên dualî bi Putin re roja Sêşemê, Erdogan got ku Tirkîya û Rûsya dê alîkarîya xwe berdewam bikin "ew dê giranîyê bidin bercewendîyên xwe yên hevbeş" li Sûrîyayê.
Dema ku Mosko û Tehran piştgirîya rêjîma Sûrî ji hêla siyasî û serbazî dikin, Tirkîya piştgirîya çekdarên opozîsyonê kir.