Nûçeyên Iraqê

DAIŞê 19 çekdarên rejîmê li nêzî sînor bi Îraqê re kuştin

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) herî kêm 19 çekdarên alîgirên rejîmê kuştin di çend êrîşan de li rojhilatê Sûriyayê, AFP roja Yekşemê (1ê Nîsanê) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîş li nava bajarokê Elbû Kemal û derdora wî, li nêzî sînorê bi Îraqê re, pêk hatin.

DAIŞ bi giranî hat şikestin, lê belê gelek molgeh di dest wê de mane li rojhilatê Sûriyê. Elbû Kemal demeke-dirêj asêgeha komê bû, û wê ew di dawiya 2017an de ji dest da.

Rewangehê got ku rêxistinê aniha kêmtir ji 5% ji xaka Sûriyê kontrol dike, bi awayekî serekî li herêmên rojhilatî û navîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500