Nûçeyên Iraqê

Laşên 38 karkerên Hindî yên li Îraqê DAIŞê ew kuştibûn gihan welatê wan

Laşên 38 karkerên avakirinê yên Hindî yên hatin revandin û kuştin li Îraqê ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin vegerandin bo welatê wan îro Duşemê (2ê Nîsanê) piştî çar rojan ji nebedîbûna wan, AFP ragihand.

Malbatên xemgîn -- ên ku berpirsyarên hikûmetê ji wan re gotibûn ku heskirîyên wan hîn sax in -- li balefirgehekê li bakur-rojavayê wîlayeta Punjabê bendewarî dikirin daku tabûtan ji Bexdayê wergirin.

Piranîya qurbanîyan ji malbatên xizan bûn li Punjabê û wan li kampanîya avakirinê li mûsilê kar dikir dema ew ji alîyê tundrewan ve hatin revandin.

Wezîrê derve yê Hindistanê meha borî ji perleman re got ku 39 laş di goreke komî de hatin dîtin li Badûşê, gundeke li bakur û rojavayê Mûsilê ye.

Testa DNA nasnameya 38 laşan pişrast kir. Testeke ku matçeke parçeyî bû, hîn bêtir test gerek in, wezîrê derve yê Hindistanê îro Duşemê got.

Ew kesên Hindî hatin revandin di Hezîrana sala 2014an de dema DAIŞê girte ser rûberine mezin ji xaka Îraqê, di nav de Mûsil, bajarê sereke li bakurê wî welatî.

Ne diyar e bê kengî ew kesên Hindî hatine kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500