Nûçeyên Iraqê

Sûriya Ny bi delîlên derbarê tawanên şer dienirîne

Lêkolînvanên NY yên belgeyên kom dikin li dor berpirsiyariya ji tawanên kirêt ên di şerê Sûriyê de qewimîne roja Sêşemê (27ê Adarê) gotin ku dest bi bêjinkirina qasên "pir gelek" ji agahiyan kirine, AFP ragihand.

Katerîn Marçî-Uhel, dozgira Fransî ya pêşengtiya prosesa nû ya NY a dadkirina sûcdarên tawanên şer li Sûriyê dike, got qasên "pir mezin" ên datayan diherikîn û dê astem be ji lêpirsnîvekeran re ku lêpirsînê di hemû tawanan de bikin.

"Em li rastî qebareyên pir pir mezin ên agahiyan hatin," wê got, û wî da zanîn ku tîma wê sîstemeke IT ava kiribû ku karî qasêm pir mezin ji datayan di ber çar re derbas bike.

Mîkanîzma serbixwe, destpak û navdewletî di 2016an de hat pêkanîn bo komkirina dosyayên dozgeriya giştî yên ku her desthilatdariyeke dadwerî dikare wan bikar bîne, çi hundirîn û çi navdewletî, ku karîba kiryaran li hember encamderên tawanên mezin li Sûriyê bike.

Marçî-Uhel got ku tîm, a ku ji dora 60 kesan e, hîna jî mijûlê komkirina data û zemînsaziyê ye.

Lê belê wê got ku pir zelal bû ku ew "nikare hemû tawanan, yek bi yek, lêkolîn bike. Ev dê erkekî estem be".

Tîm dê baldariyê bide haleyên ku gengaz e "berpirsiyariya sûcdarên pile bilind were destnîşankirin", û kesên tawanên girêdayî tawanên cinsî û tawanên regezî û herwiha tundûtûjiyên li hember zarokan, wê got.

"Em li berpirsiyariya tawankariya tekeksî digerin," wê got, ew mukir hat jî ku bijareyên berdest bo darizandina sûcdaran pir kêm in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500