Artêşa Îraqî oporasyoneke leşkerî ya nû li biyabana Enbarê dest pê kir bo nehiştina bermahiyên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) ên ku li deverên dikevin başûrê Rutbayê û Wadî Seqir çalak in, Fermandariya Operasyonên Enbarê (27ê Adarê) ragihand.
Operasyon ji du eniyan hat destpêkirin li ser bingeha agahiyên hewalgirî û wêneyên hewayî yên çalakiya DAIŞê li hinek deverên biyabanê nîşan didin, fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.
"Di demjimêrên pêşîn ên operasyonê de, hêzên Îraqî navgînek û tankereke neftê ku terorîstan li pey xwe hiştibûn dîtin piştî ku artêşê cihên wan pişkinîn kir," wî got.