Nûçeyên Iraqê

Dora 170,000 ji ber tundiyê reviyan li Efrînê li Sûriyê

Dora 170,000 kesan malên xwe terikandin piştî êrîşeke bi pêşengtiya Turkiyê li ser bajarê Efrînê yê Sûriyê, NY Înê (23ê Adarê) got, û bal kişand ser wan rewşên xerab ên ew bêwar rastî hatine, AFP ragihand.

"Dora 167,000 kesan ji ber kiryarên dijminkarî bêwar bûne li navçeya Efrînê," Jens Laerke, peyvdarê ajansa mirovî ya NY got.

Wî got ku piraniya wan kesên ku bêwar bûne berê xwe dane Tel Rifetê.

Rêxistina Navdewletî ya Tendirustiyê (WHO) hevdem got ku wê kilînîkên bijîşkî yên gerok pêdirviyên tendirustî belav kirine ji wan deverên ku mêvandariya bêwarên ji Efrînê dikin, hişyarî jî da ku xizmetên tendirustî li nava bajêr hema bêje tune bûn.

"Zarok, jin û zilam rêwîtiyên dijwar didan ber xwe bo ji Efrînê birevin û ew hewcedarê alîkariyeke tendirustî ya bilez in. Stafên me li gel sivîlên ku dibêjin ew 36 demjimêran meşiyane heta gihiştine deverên ewle civiyane," nûnerê WHO li Sûriyê, Elizabet Hof di daxuyaniyekê de got.

li gorî Laerke, di navbera 50,000 û 70,000 sivîlan de tê payîn ku li nava bajêr mabin, û yek ji çar nexweşgehan aniha çalak e.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev erkdariya niştîmanperwerên Sûrî û Kurd e ku dagirkerên Turk û çeteyên bikirêgirtî yên hevalbendê wî biqewitînin. Divê ew herwiha li ser vegerandina xelkê bêwar bo Efrînê, Çiyayê Kurmênc kar bikin.

BERSIV BIDE