Nûçeyên Iraqê

Serokê NY xembar e ji ber êrîşên kîmawî li Sûrîyayê

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres roja Çarşemê (21ê Adarê) xembarîya xwe derbirîn kir derbarê angaştinên bikaranîna çekên Kîmawî li Sûrîyayê û wî Encumena Ewlekarî han da ku tedbîrekê bike daku "tawanên dijwar mîna van" çareser bike, AFP ragihand.

Bang hat piştî ku Guteres roja Sêşemê bi serokê Rêxistina Qedexekirina Çekêm Kîmawî (OPCW) re civî, rêxistina ku peygerîn derbarê bêtir ji 70 haletên êrîşîn gaza jehrîn li Sûrîyayê ji sala 2044an ve.

Sekreterê giştî xembar e ji ber angaştinên berdewam derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Komara Erebî ya Sûrî," daxuyanîyeke NY got.

Tevî ku bikaranîna çekên kîmawî "ne behanbar û nefretkirî ye, wekî çawa nebûna bersivdayînê ji vê bikaranînê re ne behanbar e", daxuyaniyê got.

"Nabe ku kes ji ciza xilas bibe derbarê van tawanên dijwar."

Guteres careke din bang li encumenê kir "ku yekîtî û vîna çareseriyê têkildarê vê pirsgirêkê aşkere bikin".

Serokê OPCW Ehmed Uzumcu got ku "gelek" angaştinên nû derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Xûtaya Rojhilatî hene, cihê ku hikûmeta Sûrî şer dikr da ku kontrola devera nêzîkî Şamê bike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku klor weke hêmanekî jehrî li ser gundan hat bikaranîn di dema êrîşa hikûmetê li Xûtaya Rojhilatî.

Uzumcu got ku pispor angaştinên derbarê bikaranîna kolrê dikolin, bikaranîna ku li artêşa Sûrî û komên opozîsyonê bar kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500