Nûçeyên Iraqê

NY nîgeran e ji ber selametiya sivîlên ku ji Xûtayê direvin

NY Sêşemê (20ê Adarê) got ku "ew pir nîgeran e" li ser selametiya bi dehên hezaran sivîlên ku ji Xûtaya Rojhilatî reviyayî ne, li gel tedbîrên pişkinînên ewlehî bo kesên dixwazin ku ji herêmê derkevin, AFP ragihand.

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyê pêş ve çûn li herêma li jêr kontrola opozîsyonê li derveyî Şamê, dora 50,000 sivîlan berê xwe dan deverên li jêr kontrola rejîmê.

"Derketin jî pir bi gêre ye... Bordomanên berdewam hene. Ew zoneke şer e," peyvdarê ajansa mirovî ya NY, Jens Laerke got. "Em gelek gelek nîgeran in li ser selametiya wan."

Komîsyona Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) herwiha bangeke lezgîn kir roja Sêşemê bo parastina yên direvin û sivîl hîna asê ne ji ber şer û aniha ew "pir hewcedarê alîkariyê ne".

"Kêmbûyîna vehewangehên guncan nîgeraniyeke mezin e," berdevkê UNHCR Andrêj Mahecîk got.

Ajans alîkariyan belav dike li wargehên demkî yên ku bi hezarên malbatan gihiştine wan, "westiyayî, birçî, têhin û nexweş", wî got.

Wî tekezî li ser hewcedariya bi aktorên mirovî heye bo gihiştinên bê aloz bo sivîlên li nava Xûtaya Rojhilatî û derdora wê.

Wî herwiha got ku UNHCR "xeberdar bû, lê belê tu rê nebû ji ber ku pişkinînên ewlehî hebûn dema ku sivîl ji Xûtaya Rojhilatî derketin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500