Nûçeyên Iraqê

OPCW peygerînê derbarê "gelek" êrîşên kîmawî li Xûtaya Rojhilatî dike

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) gelek angaştin derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Xûtaya Rojhilatî wergirtin, AFP roja Sêşemê (20 Adarê) ragihand.

Lê peygerîneke tevgir ji van angaştinan re dê zehmet be, birêvebrê OPCW Ehmet Uzumcu got.

Şandeyeke sehkirina rastîyan ya ku desteya çavdêrîya cîhanî ew damezrand heta aniha peygerîn derbarê 70 haltên êrîşa gaza kîmawî de li Sûrîyayê ji sala 2014an ve çêkiriye, ji eslê 370 angaştinan, Uzumcu got.

"Gelek angaştin hebûn" angaştinên derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Xûtaya Rojhilatî , wî got, berî civîneke girtî bi Encumena Ewlekarî ya NY re derbarê bikaranîna çekên qedexekirî li Sûrîyayê.

"Pisporên me wan seh dikin, lê weke ku diyar e ji ber ew devereke dorpêçkirî ye, gelekî zehmet e ku em bigihin agahî û materyalan," wî got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku klor weke hêmanekî jehrîn li ser gundan hat bikaranîn di êrîşa rêjîmê de bo vegerandina Xûtaya Rojhilatî.

Di heman demê de, balyoza Rûsî Vassily Nebenzia got ku hêzên rêjîma Sûrî depoyên çekên kîmawî li deverên ku berê li jêr kontrola komên opozîsyonê bûn li Xûtaya Rojhilatî dîtin.

Uzumcu got ku pispor di angaştinên bikaranîna klorê dikolin angaştinên ku wan li artêşa Sûrî û komên opozîsyonê bar dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500