Nûçeyên Iraqê

Di êrîşeke ewlekarî de 11 endamên DAIŞê li Hemam Elîl hatin girtin

Şaneke terorî hate têkbirin di operasyoneke "serkeftî" de li başûrê Mûsilê, Fermandariya Operasyonên Nînewayê îro Çarşemê (21ê Adarê) ragihand.

"Hêzên Îraqî yên hevbeş operasyoneke serkeftî pêk anî di çarçoveya xebatên nehiştina bermahiyên 'Dewleta Îsalmî' (DAIŞ), û şaneke terorî ya xeternak li Mûsilê ji hev de xistin," fermandar Nejimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku yezdeh milîtanên DAIŞê hatin dîtin ku xwe di sê avahiyên cuda de xwe vedişartin li navçeya Hemam Elîl, û hatin girtin.

Wî got ku wan girte ser avahiyan piştî tevahiya deverê hat dorpêçkirin, wî da zanîn jî ku wan dest danî ser çek û teqemeniyan di operasyonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500