Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke asmanî li ser Xûtayê 16 zarokên ku dibistanek stargeha wan bûn kuştin

Şazdeh zarok di nava 20 sivîlên ku hatin kuştin de bûn di êrîşeke asmanî de ku dibistana wan ji xwe re kiribû stargeh kiribû hedef li bajarokê Erbînê, AFP Sêşemê (20ê Adarê) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîşa bi bombeyan Erbîn kir armanc, bajarokê girîng yê di dest opozîsyonê de li herêma Xûtayê ya ku li jêr êrîşa hêzên hikûmetê ye ji zêdetirî mehekê.

"Sê rokêt ji yekane êrşîşa asmanî dibistan kirin armanc, dibistana ku qata wê ya jêrzemînî wekî stargeh dihat bikaranîn," serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman, got.

"Karkerên ewlekirinê heta niha jî li zindîyan digerin," wî got.

Rewangehê got ku êrîşên şeva Duşemê tê texmînkirin ku Rûsya ew pêk anîne.

Mosko got ku ew alîkariya hikûmeta Sûriyê dike bo "bidawîkirina" çekdaran li Xûtayê, lê ew red dike ku ew êrîşên asmanî li dijî sivîlan pêk tîne.

Ji 18ê Sibatê ve, hêzên Sûrî û milîsên alîgir zêdetir ji 80% ji Xûtaya Rojhilatî kontrol kirine û herêma mayî dabeş kirine sê parçe, û her yek ji wan di dest komeke cuda ya opozîsyonê de ye.

Berîka ku Erbîn beşek jê ye li jêr kontrola Feyleq el-Rehman e, ew jî hêzeke îslamist e.

Hêzên Sûrî pêşketinên mezin pêk anîn li hember wan di rojên dawî de, û "korîdorek" bo sivîlan vekirin bo birevin xaka li jêr kontrola hikûmetê de.

Û hinek şêniyan reva ber bi navçeyên di dest opozîsyonê de hilbijartin.

Di heman demê de, rejîmê êrîşa li ser Dûmayê, bajarokê serekî yê Xûtaya Rojhilatî domand, tevî ku qewil bû ku derxistinên bo rewşên pijîşkî yên tengav berdewam pêk bên heta Sêşemê.

Nûçegihanekî AFP got ku bordomanên giran bi şev qewimîn, û got ku pir zehmet bû ku ambûlans bigihin birîndaran ji ber dijwariya topbarankirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500