Nûçeyên Iraqê

Hindistan mirina 39 karkerên ku DAIŞê ew revandibûn li Îraqê şermezar dike

Laşên 39 karkerên avasaziyan yên Hindî ku li Îraqê sala 2014an "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew revandibûn di goreke bi komel dehatin dîtin, AFP Sêşemê (20ê Adarê) ragihand.

Wezîrê Derve yê Hindî, Suşma Swaraj ji dîwana bilind a parleman got ku ew karker bi destê DAIŞê hatine kuştin.

Laşên wan di gorekê de li gundê Badûş li bakur-rojavayê Mûsilê hatin dîtin û ew bo rêxistinên navxweyî re hatin birin bo testa DNA.

"Duho wan ji me re got ku 38 sampl li gorî fehsa DNA derketine. Sampla 39emîn jî hinekî mutabîq e lê malbata wî ne xuya ye" Swaraj got.

Karker hatibûn revandin di Hezîrana 2014an de dema ku endamên DAIŞê dest danîn ser rûberên berfireh ji xaka Îraqê û Mûsil kontrol kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500