Nûçeyên Iraqê

Bombebarankirina nû 20 kesan di Xûtaya Rojhilatî de dikuje

Herî kêm 20 sivîl di berdewambûna bombebarankirina Dûmayê de mirin, mezintirîn bajarê li Xûta Rojhilatî ya Sûriyê di cihên di kontrola opoziysonê de yên ku biçûk dibin, AFP roja Dûşemê (19ê Adarê) ragihand.

Roja Yekşemê bi şev sêzdeh kes hatin kuştin di nav bombearankirin û bombekirina bajêr de, û heftin din sibeha roja Dûşemê hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Xwînrêja nû piştî hefteyeke bêdengiyê li bombebarankirina Dûma piştî gotûbêjên di navbera opozisyon û Rûsyaya de li gel rejîmê hiştin ku valakirinên pijîşkî ji bajar çêbibin.

Êrîşên kujer ên dawî hatin piştî ku 4,000 sivîl ji cihekî başûrî yê deverê revîyan.

Li gorî Rewangehê, nêzî 70,000 kesan ji Xûta reviyan bo zonên di destê rejîmê de di rojên dawî de, bi bikaranîna "korîdoran" ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine vekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500