Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî toreke terorê li Samerayê ji hev dixin

Hêzên Îraqî ên hevbeş toreke terorê ya girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hev xistin, tora ku zincîrek ji êrîşan li dijî hêzên çekdar û sivîlan li Samerayê plan dikirin, Fermandarîya Operasyonên Samerayê îro Duşemê (19ê Adarê) got.

"Artêşê, bi piştgirîya Ajansa Dijî Terorîzmê operasyoneke bi zanebûn plankirî cîbicî kir, ya ku di heman demê de sê dever li rojava û başûrê Samerayê berbanga Duşemê kirin armanc," Fermandar lîwa Îmad Zuhêrî ji Diyaruna re got.

Operasyonê "heşt terorîst kuştin, di nav wan de sê serkêşên bilind û dest danî ser mêjereke mezin ji çek û teqemenîyan û du êlekên teqîner", wî got.

Hêzên Îraqî cihê torê li ser bingeha mikurhatinên gazindelêgirtiyekî kifş kirin, yê berî çend rojan di operasyonekê de, ku komên DAIŞê dikirin armanc, hat girtin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500