Nûçeyên Iraqê

Yekîtiya Ewropayê 4 berpirsiyarên Sûrî siza dike ji ber çekên kîmawî

Yekîtiya Ewropayê Duşemê (19ê Adarê) çar rayedayên payebilind ên Sûrî siza kirin ji ber bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan, AFP ragihand.

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê berpirsiyarekî serbazî yên payebilind û sê zanistzan ku ji Navenda Sûrî bo Lêkolîn û Dîraseyên Zanistî re kar dikin bi bûzkirina peran û qedexekirina rêwîtiyê siza kirin.

.Bi vê yekê hejmara kesayetên rejîmê bûne 261 ên ku Yekîtiya Ewropî ew siza kirine bi dirêjahiya qeyrana heft-salî.

"Yekîtiya Ewropî got ku ev çar kes bo rola wan di pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî de li dijî sivîlan hatin sizakirin, di çarçoveya polîtîkaya Yekîtîya Ewropî ya şerkirina pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî," daxuyaniyeke ku piştî lihevkirina wezîran li ser tedbîran hat derxistin li Brûselê eşkere kir.

"Ev kes jî berpirsiyarekî pileblind û sê zanistzan in, ên ku di Navenda Lêkolîn û Dîraseyên Zanistî de kar dikin."

Hêzên rejîmê gelek caran bi bikaranîna kilorê hatine gunehbarkirin di heftiyên borî de di êrîşa bejahî û hewayî ya dijwar de bo vegerandina Xûtaya Rohilatî, li nêzî Şama paytext, ji hêzên dijberiyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500