Nûçeyên Iraqê

6 endamên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin di êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de

Erîşen asmanî yên hevpeymanîya navdewletî li ser baregehên "Dewlta Îslamî" (DAIŞ) li çîyayên Hemrînê gelek endamên rêxistin kuştin, di nav de du kesên payebilind, Fermandarê operasyonên Kerkûkê, emîd Maen Saedî, roja înê (16ê Adarê) got.

"Balefrên cengî yên hevpeymanîya navdewletî, bi hevahengî ligel hêzên Îraqî , du êrîşên asmanî li ser endamên DAIŞê li çiyayên Hemrînê û li navçeya Dibis şeş endamênDAIŞê kuştin."Saedî got.

Du ji kuştîyan serkirdeyên bilind ên DAIŞê bûn, wî got, di nav de serokê rêxistinê li Dibis, û berpirsiyarê fermî yê bombrêjkirina otombîlan û şandina wan bo Kerkûkê û navçeyên wê, wî da zanîn.

Rewşa ewlehî aniha aram e, wî got, da zanîn jî ku pilaneke ewlehî hatiye dariştin bo ewlehiştina pîrozbahiyên Newrozê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500