Nûçeyên Iraqê

Jêder: "Celadê DAIŞê" yê Ferensî hat kuştin

Maxime Hauchard, tundrewekî Ferensî ye yê tund ku desthilatdarîya Ferensî û Amerîkî hewl didan ji dema xuyakirina wî di vîdyoyekî îdamkirinê yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Sûrîyê, ku wî bigrin, hat kuştin, jêderên nêzîkî lêpirsînê îro Pêncşemê (15 Adarê) ji AFP re gotin.

"Data û mercên mirina wî hîn nehatine naskirin, lê xuya ye ew di havîna sala 2017an de miriye," yek ji jêderan got.

Hauchard, ê ku li gundekî li Normandî bi xwedî bû berî ku ew xwe ji Katolîkîtîyê biguhere Îslamê, temenê wî tenê 22 sal bû dema ew hat dîtin ew kêrê dide ser sikura karkerekî alîkarîyê yê Amerîkayê, bi navê Peter Kassing, di vîdyoyekî kirêt de di Mijdara 2014an de.

Herwiha vîdyoyê îdamkirina 18 Sûrîyên ku weke karmendên serbazî hatin destnîşankirin nîşan da.

Bi lez Ferensa rayeya girtinê ya navdewletî weşand û Wezareta Derve ya Amerîkî Hauchard li ser lîsteya xwe ya reş, ku taybet e bi "terorîstên weke yên navdewletî destnîşankirî ne", zêde kir.

Lêpirsîneran dît ku Hauchard li ser internêtê bû kesekî radîkal, û tevlî dîdargehên tundrûyan bû bi naznava Ebû Ebdelah Ferensî.

Di Tebaxa 2013an de, ew çû Sûriyê di Turkiyê re, û ji malbata xwe re gotibû ku ew dixwaze "alîkariya birîndaran" bike di şerê navxweyî yê Sûriyê de, lê di rastî de ew kete bandora tecnîdkarên DAIŞê de.

"Bo nîşandana hevsoziyê, divê tu pêşî biçî kampeke rahênanê. Qonaxa yekem mehekê dom dike. Em hinek rahênan dikin, em diçin operasyonan û piştre em vedigerin perwerdeyê. Ew ne bitenê tiyorî ye," wî ji French TV re got di Tîrmeha 2014an de.

Piştî çend mehan, DAIŞê vîdyoyek belav kir ku tê de îdamkirina Kassing û leşkerên Sûrî nîşan dida, ku tê de Hauchard rûyê xwe ne nuximand.

Ew di Mijdara 2015an dubare xuyakir, piştî çend rojan ji êrîşên terorî li Parîsê ku 130 kes di wan de hat kuştin, li ser Twitter hişyar dida: "Brazîl, tu armanca me ya dahatî yî," wî qala Olempiyên havîna 2016an li Rio de Janeiro dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500