Nûçeyên Iraqê

NY rexne li "xemsarîya hov" derbarê êşa zarokan li Sûrîyê digre

Daxwazên agirbestê ên bêkenok li Sûrîyê "xemsarîya hov" derbarê êşa mîlyonek zarokên ku hewcedarîya wan heye ku ji tundîyê vehesin diyar dike, karmendê bilind ê NY ê mafên mirov îro Sêşemê (13ê Aarê) got.

Biryara ku berî du hefteyan ji alîyê Encumena Ewlekarîyê ya NY ve hat standin, ya bang bo agirbesteke 30-rojî dikir li seranserê Sûrîyê bi berferehî hat paşguhkirin û êrîş li ser devera opozîsyonê ya Xûtaya Rojhilatî zêde bûn.

Kate Gilmore, Cîgira Kerêmdarê Bilind yê Mafên Mirov li NY, bang kir ku kiryareke yekser çêbibe daku alkîarîyê bi zarokên ku ketine nav şer de bike, AFP ragihand.

Di gotareke ku li pêşîya Encumena Mafên Mirov ya NY hat xwendin, wê tirsa xwe ya taybet ji bo 125,000 zarokên ku li Xûtaya Rojhilatî hatine dorpêçkirin anî ser ziman, "gelek ji wan derdê bedxwerîya dijwar dikişînin, gelek ji wan gelekî hatine êşandin".

"Ew tiştê tê serê wan zarokan gelekî ji ekranên televîzyênên me re baş in, lê ew wêneyên wan gelekî bandor nakin da ku karibin wan kesên dikarin vê tundîya bêhest rawestînin han bidin," wê got.

"Ma ne ji xemsarya hov e bi derdê zarokan ku biryarên Encumena Ewlekarîyê yên derbarê agirbestê werin binpêkirin?" wê pirsî.

Panos Moumtzis, berpirsyara bilind a karên mirovî yên NY li Sûrîyê, îro Sêşemê got ku sala 2017an sala "herî kujêner bû di şerê Sûrî de ji bo zarokan".

"Bi xemgînî, sala 2018an jî herwiha bi rastî bi awayekî kambax dest pê kir," wî ji rojnamevanan re got, wî anî ziman ku di her du mehên pêşî ji salê, "bêtir ji 1,000 zarokan hat ragihandin ku yan hatin kuştin yan jî di şerê tund de li gelek deveran hatin birîndarkirin".

Du sêyek bi temamî ji 8.4 mîlyon ji zarokên Sûrîyayê hewcedarîya wan bi alîkarîya mirovî heye, dema ku mîlyonek ji wan li deverên ku zehmete kerwanên alîkarîyê bigihine wan dijîn û 170,000 jî li deverên dorpêçkirî dijîn, li gorî mêjerên NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500