Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîma Sûriyê li Xûtaya Rojhilatî pêş dikevin

Hêzên rejîma Sûriyê pêş ketin li Xûtaya Rojhilatî êrîşên asmanî birin ser du bajarokan îro Duşemê (12ê Adarê), û ew pir nêz in ji kontrola kirina navçeya Opozîsyonê li ser tixûbê Şamê, AFP ragihand.

Di heman dem de, NY Duşemê hişyarî da ku zêdetir ji 1,000 kesan, piraniya wan zarok û jin in, bi hewcedarî derxistina ji deverê ne bo tedawîkirinê.

Sê heftiyan piştî destpêkirina êrîşeke dijwar bo kontrolkirina navçeyê, rejîmê û hevalbendên xwe dest danî ser zêdetir ji nîvê navçeyê, û xaka di dest opozîsyonê de li ser sê beşên îzolekirî dabeş kirin.

Pêşveçûnê, yek ji cengên herî dijawr e di şerê birakujî yê Sûriyê de, dever di bin êrîşên asmanî, agirê rokêt û topan de hişt, û nerehetiyeke navdewletî anî holê û bangên bo agirenestekê zêde kirin.

Hêzên alîgirên rejîmê careke din Duşemê pêş ketin, bajarokê Medêrayê, yê Yekşemê hat kontrolkirin, wekî bingeheke bo êrîşkirina li ser deverên nêzîktir ji paytextê bikar anîn, di nav de Heresta û Erbîn, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Êrîşên asmanî yên rejîmê îro Duşemê du bajarok kirin armanc, Rewangehê got.

Du deverên din ên hîna di destê opozîsyonê de ne Dûma ye, li bakurê navçeyê, û zona li dora Hemûriyê û bajarokên din ên ber bi başûr ve.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Jîm Matis Yekşemê got ku dê "pir ehmeqtî be" ji rejîmê ku gazê weke çek li dijî xelkê Xûtaya Rojhilatî û her devereke din bikar bîne.

Hişyariya wî hat di demekê de ku raport dibêjinrejîmê gaza kilor li navçeyê bikar aniye..

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500