Nûçeyên Iraqê

Şerê Sûriyê zêdetirî 350,000 kuştiye di nava 7 salan

Heft salên aloziyê li Sûriyê canê zêdetirî 350,000 kesan çinî, li gorî amareke giştî ya herî nû ku îro Duşemê (12ê Adarê) Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirov belav kir.

Li gorî Rewangehê, 353,935 kes hatiye kuştin ji 15ê Adara 2011an ve, AFP ragihand.

Aloziya ku dê roja Pêncşemê derbasî sala xwe ya heştemîn bibe, baceke wêranker e li ser sivîlan, di nav de êrîşa rejîmê li ser navçeya opozîsyonê ya Xûtaya Rojhilatî, li nêzî Şamê.

Li gorî Rewangehê, 106,390 sivîl hatin kuştin di heft salan de, 19,811 ji wan zarok in û12,513 jin in.

Rejîma Sûriyê jî 63,820 leşker, û 58,130 şervanên milîsan û hevalbendên rejîmê ji dest dane, di nav de 1,630 ji Hizbulaha Lubnanî û 7,686 ji komên din ên biyanî.

Komên tundrû, yên wekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û hevbendiya Tehrîr el-Şam 63,360 çekdar ji dest dane.

Wenahiyên din ji 62,039 ji çekdarên hêzên din pêk tên, di nav de komên opozîsyonê yên ne-tundrû, hêzên Kurdî û leşkerên rejîmê.

Zêdetir ji196 miriyan nasnameyên wan ne diyar in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500