Nûçeyên Iraqê

Cenga li dijî DAIŞê bi pêş dikeve piştî serkeftinên di eniyên şer de

Cenga li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) aniha giraniyê dide aramckirina deverên kontrolkirî û destnîşankirina nasnameya çekdaên biyanî yên vegeryayî piştî kontrolkirina Mûsilê û Reqayê, berpirsiyarên hevpeymaniyê (8ê Adarê) eşkere kirin.

Sala par, DAIŞê rûbereke berfireh a xakê li Sûriyê û Îraqî ku sala 2014an ew xiste destê xwe de ji dest da, AFP ragihand.

Hêzên Îraqî bi piştevaniya êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê rêxistin ji Mûsilê havîna çûyî derxistin, û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Reqa li Sûriyê kontrol kir di Cotmehê de.

"Tevî pelxandina tiştê qaşo jê re dihat gotin xîlafet û bêvirandina derewa îdyolojiya DAIŞ, divê em xebata xwe li dijî van terorîstên xeternak ranewestînin," berdevkê hevpeymaniyê, kolonêl. Riyan Dilon, ragihand.

Wî bal kişand ser çar rêberên DAIŞê "ên qedir buha" ên ku hatin "jinavbirin" vê dawiyê "ew jî tê wateya ku em guvaşê li wan dikin û em dê wê guvaşê bidomînin".

Lêbelê, li Îraqê hevpeymaniyê xebatên xwe yên piştgirîkirina hêzên ewlekarî di operasyonên cengînê yên serekî de bo "operasyonên aramîkirinê" veguhertine, li gorî Dîlon.

"Em dê piştgiriya xwe li gorî hewcedariyên Îraqî bi pêş bixin, ligel pêdagiriyeke mezin li ser ewlekirina deverên rizgarkirî," wî got.

Di heman demê de li Sûriyê, ew tê wateya baldarî li ser nehiştina rêxistinê li xaka mayî û herwiha piştgirîkirina QSD "di peygerîn û armanckirina çekdarên biyanî yên terorîst ên ku hewl didin birevin di welatên cîran re", wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500