Nûçeyên Iraqê

NY: Sivîlên li Sûriyê ji her demî bêtir zehmetiyê dikşînin

Şertûmercên jiyana sivîlan di nav Sûriyê de ji her demî xirabtir e, Komîsyarê Bilind ê NY bo Penaberan Filipo Grandî roja Înê (9ê Adarê) got, AFP ragihand.

"Şertûmerên ku rastî sivîlên di nav Sûriyê de tên ji her demî xirabtir in, ku 69% di hejariyeke zêde de dijîn," Grandî di dema serdanekê de bo Lubnanê got.

"Ev şerê heft-salî trajediyeke mirovî ya mezin li pişt xwe hişt. Ji bo berdewamkirina jiyanê, niha dem e ji bo bidawîkirina vê krîza wêranker," Grandî got.

Roja 15ê Adarê heta asteke mezin weke sersala krîzê tê qebûlkirin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, bêtirî 340,000 kesan ji wê demê ve hatine kuştin di krîzeke ku NY dibêje ku bû sedema xirabtirîn pêla koçberiyê ji Şerê Cîhanî yê Duyemîn ve.

Grandi got ku sivîl bêtirî her demî zehmetiyê dikşînin.

"Rêjeya malbatên ku bêtirî nîvê dahatê xwe yê salane li ser xwarinê xerc dikin bo 90% zêde bûye, di demekê de ku nirx heşt caran ji astên berî krîzê zêdetir in," wî got.

Koçberbûn û kuştina sivîlan berdewam e di demekê de ku şer li çend bereyan didome, di nav de li Xûtaya Rojhilatî, ku yek ji eleqeyên herî tarî di şer de dijî.

"Tu serkeftiyên xuya yên vê hewldana bêfeyde ya çareseriya serbazî nînin. Lê xuyayî ye kî zerermend e -- ew jî xelkê Sûriyê ne," Grandî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500