Nûçeyên Iraqê

Sekreterê NY bang dike ku bêtir karwanên alîkariyan bigihin Sûriyê

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres roja Sêşemê (6ê Adarê) banga wê yekê kir ku karwanên alîkariyê yekser werin derbaskirin li Sûriyê, piştî rojekêji qutkirina derbaskirina xwarin û dermanan bo Xûteya Rojhilatî, AFP ragihand.

Guterres bang li hemû aliyan kir ku rê bidin kamyonên alîkariyê ku roja Pêncşemê vegerin bajarokê Dûmayê yê sereke li Xûteya Rojhilatî ji bo temamkirina gihandina alîkariyên mirovî "weke ku berê bi desthilata Sûriyê re hatiye lihevkirin", di daxuyaniyeke NY de hat.

Di demekê de ku êrîşên asmanî û agirê topan didomin, karmendên alîkariyê roja Dûşemê biryar dan ku ji Xûteya Rojhilatî derkevin piştî valakirina barê 32 ji 46 kamyonên di karwanê de.

Nêzîkî nîvê xwarina ku di karwanê de bû nehat gihandin, û beşek ji madeyên bijîşkî û tenduristî ji aliyê desthilatên Sûriyê ve ji kamyonan hatin rakirin, NY got.

Guterres "bang li hemû aliyan kir ku yekser rêya ewle bêastengî bidin karwanên bêtir ji bo gihandina madeyên sereke ji sedhezarên xelkê ku gelekî bi hewceyî wan in", di daxuyaniyekê de hat.

Banga wî berî civîneke Encumena Ewlekariyê hat ku Brîtanya û Fransa daxwaza wê kirin ji bo gotûbêjkirina biserneketina bicihkirina agirbestekê li Sûriyê, piştî 10 rojan ji daxwaza Encumena Ewlekariyê jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500