Nûçeyên Iraqê

Îran, Rûsya û Tirkîya dê civîneke Sûrîyan li Kazexistanê li dar bixin

Wezîrên derve yên Îran, Rûsya û Tirkîyayê hefteya tê dê li Kazexistanê bicivin ji ber her sê dewlet hewl didin ku planekê bi pêş ve bibin daku şerê heft-salî li Sûrîyayê bi dawî bikin, AFP îro Sêşemê (6ê Adarê) ragihand.

Wezêrê derve yê Kazexistanê got ku lûtkeya diplomasîyên mezin ji alîgirên rêjîmê Rûsya û Îran û opozîsyona bi piştgirîya Tirkîyayê dê di 16ê Adarê de civînekê li paytexta Astanayê li dar bixin "bêyî çavdêran yan jî alîyên Sûrî".

Herwiha daxuyanîyê got ku şaneyê NY bo Sûrîyayê, Stafan dî Mistûra dê bo civînê were vexwendin.

Giftûgoyên bo Sûrîyayê li Astanayê, yên ku gelek caran rejîm û şandaeyên opozîsyonê tê de beşdar dibûn, herwiha her sê misogerker, yên di sala 2017an de dest pê kirin. Ew giftûgo ligel danûstandinên ku NY li Cinêvê bi rê ve dibe çêdibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500