Nûçeyên Iraqê

9 gumanbarên bi terorê hatin girtin li Enbarê

Neh gumanbarên bi terorê yên dihatin xwestin hatin girtin di çend demjimêrên borî de li çendîn deveran li parêzgeha Enbarê, Fermandariya Operasyonên Enbarê îro Duşemê (5ê Adarê) ragihand.

"Hêzên hevbeş ên polîs û artêşên neh Îraqiyên gumanbar bi terorê girtin, ew dihatin xwestin jî ji ber çendîn gunehên girêdayî terorîzmê," fermandar, lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî da zanîn ku piraniya sûcan ji endamtiya di nava rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de û pêkanîna tawanan dema ku rêxistinê hejmarek ji bajarên parêzgehên dagir dikrin pêk tên.

"Hêzan dest danî ser çekan û teqemeniyan, û herwiha çendîn agahiyên ku li ser CDyên ku di destê wan de bûn dîtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500