Nûçeyên Iraqê

Amerîka gaveke din di lêkolîna NY derbarê çekên kîmawî yên Sûriyê de diavêje

Amerîka daxwazê ji Encumena Ewlekariyê ya NY dike ku dest bi lêpirsîneke nû bike derbarê êrîşên çekên kîmawî li Sûriyê piştî raportine derbarê bikaranîna gumanlêkirî ya gaza klorîn li Xûteya Rojhilatî, li gorî projebiryareke ku roja Pêncşemê (1ê Adarê) bi dest AFP ket.

Hewldana Amerîka ji bo damezirandina panela nû piştî sê mehan ji wê yekê tê ku Rûsya lêkolîneke berê ya NY betal kir bi rêya vetokirina nûkirina erkê wê, û got ku lêkolîn ne rast bû.

Projebiryareke ku roja Çarşemê ji encumenê re hat pêşkêşkirin dixwaze Mîkanîzmeke Serbixwe ya Lêkolînê ya NY pêk bîne bo dema salekê "ji bo destnîşankirina encamderên êrîşên bi çekên kîmawî" li Sûriyê.

Lê belê, dîplomatkarekî encumenê got ku ew dûr dibîne ku Rûsya gava xwe ya berê dubare bike, ku bang li lêkolîneran dike ku "bi awayekî bêalî, serbixwe, û profesyonel" kar bikin.

Di Kanûna Duwem de, Rûsya projebiryara xwe ya pêkanîna paneleke nû pêşkêş kir, lê zilhêzên Rojava qebûlnekirin nîşan dan, gotin ku pêşniyara wê dê kontrolê bixe destê rejîma Sûriyê derbarê hemû lêkolînên derbarê êrîşên li ser erdê wê.

Nexuya ye pê kengî dê projebiryarên Amerîkî yan Rûsî derbarê lêpirsîna çekên kîmawî dê têkeve dengdanê.

Rejîma Sûriyê bikaranîna çekên kîmawî red kir û Rûsya, hevpeymana wê di şer de, encamên NY yên ku dibêjin rejîmê êrîşên bi gaza klor û sarînê pêk anîne red kirin.

Dîplomatkarên NY roja Pêncşemê civiyan da ku gava Amerîkî gotûbêj bikin, ku piştî çend rojan ji wê yekê tê ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan got ku zarokek heta mirinê xeniqî û 13 kesên din nexweş ketin ji encama êrîşeke gumanlêkirî ya bi gaza klorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500