Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê li jêrzextê ye ji ber Xûtaya Rojhilatê çaverêya hewarçûnê dike

Hêzên rojavayî îro Înê (2yê Adarê) zext li ser Şamê kirin ji ber bi dehên hezaran sivîl di rewşeke tehl de li devera li jêr kontrola opozîsyonê, Xûtaya Rojhilatî, ya ku bê hedar çaverêya alîkariyên pir pêwîst dikir, AFP ragihand.

Zêdetir ji 600 sivîlan hatin kuştin li devera di çemperê de li derveyî Şamê ji dema ku hêzên rejîmê dest bi êrîşên kirin roja 18ê Sibatê

Şêniyên Xûtaya Rojhilatî, ku nifûsa wan 400,000 e, li jêr dorpêçê dijîn ji 2013ê ve, rastî kêmbûneke dijwar di xwarin û dermanan de tê heta beriya vê êrîşa dawî.

Encumena Mafên Mirov a NY civîneke awarte li dar xist derengiya Înê li dor kirîzê, û bi dehên kemyonên alîkariyan nikarîn derbasî devera di çemperê de bibin.

Amerîka, Elmanya û Fransayê zext kirin ser Şamê pişî ku daxwazeke Encumena Ewlekariyê ya NY bo agirbesteke ku nekarî şer rawestîne.

Serokê Amerîkî Donald Tramp û Şêwirmenda Elmanî Angela Mêrkel li hev kir di pêwendiyeke telefonî de ku divê rejîma Sûriyê hesab bide.

"Ev yek girêdayî bikaranîna rejîma Esed ji çekên kîmawî re ye û êrîşên wê yên li dijî sivîlan û xetmandina gihandina piştgiriya mirovî ," Şêwirmendariya Elmanî di daxuyaniyekê de got.

Tramp û Serokê Fransî Êmanwêl Makron, di heman demê de, dîtin ku dê "tê parêzbendî" nebe li dor bikahatina çekên kîmawî li Sûriyê.

Roja ÎNê, nebawerî bilind bû di nava sivîlên li Xûtata Rojhilatî de di roja Çarem de ji pênc-demjimêrên "rawestandina şer".

Şerawestandina ku Rûsyayê îlan kir bombebarandin kêm kirin lê ranewestanin, bombebarandina ku xanî wêran kirin û deverên nişînbûyî kirin kavil.

Sivîlên Sûrî yên şer jiyan dikin ji devra di çemperê de ye koç nekirin, tevî ofereke Rûsî ya korîdoreke ewle di demjimêrên rojan ên rawestandina şer.

Demjimêrên zû yên Înê, berî rawestandina şer, balafirên şer dever bombebaran kirin di nav de Dûma û bajarokê Zemalkayê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rokêt bi ser Dûma û Herestayê bariyan di dema şerawestadinê de, rewangehê got, û hêzên rejîmê bi pêş ve çûn li gundewarên başûrî yê devera di çemperê de.

Roja Pêncşemê, Can Egeland, serokê hêzên tîmên mirovî yên NY li Sûriyê, got ku wî hêvî dikir ku karwanên alîkariyê derbasî Xûtaya Rojhilatî bibin "di çend rojên bên de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500