Nûçeyên Iraqê

Îraqê duyem hewldana DAIŞê ya derbasbûna bi dizî ji Sûriyê di hefteyekê de têk bir

Hêzên Îraqî derengiya Pêncşemê (1ê Adarê) hewleke derbasbûna bi dizî ya endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Sûriyê têk bir, çar ji wan kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê îro Înê ragihand.

Endamên mayî neçar bûn ku bi paş de vegerin Sûriyê, berdevkê fermandariyê, eqîd Mihemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev duyem hewldana derbasbûna bi dizî bû bo nava Qaimê li rojavayê parêzgeha Enbarê di heftiyekê de, û wî da zanîn ku tundrû ji rewşa keşûhewayê ya bed û kêmbûna dîtinê sûd wergirtin di hewldana derbaskirina sînor de.

"Çar endamên DAIŞê ên bi regezname Erebî di pevçûnan de hatin kuştin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500