Nûçeyên Iraqê

Bêtir ji 600 malbatan vedigerin Qaimê

Wezareta Koç û Koçberîyê ya Îraqî îro Pêncşemê (1ê Adarê) îlan kir ku 618 malbatên bêwar vegeriyane malên xwe li Qaimê, li rojavayê Enbarê.

Malbat "ji kampên Xalidîyê û Kîlo 18 vegerîyane deverên xwe yên resen li Qaimê", birêveberê wezareta Enbarê Mihemed Reşîd di konferenseke çapemenîyê de got.

"Malbat bi samanên xwe re û kel û pelên xwe bi bas û kemyonan bi belaş hatin veguhestin," wî got.

"Wezaret dike ku guhestina kesên bêwar ên mayî bo bajarên Enbarê temam bike, ji ber hêzên ewlekarîyê û tîmên şaredarîyê deverên wan ji endamên "Dewleta Îslamî" [DAIŞ] paqij dikin," wî got.

Wezaretê alîkarîyên cuda belav kirin, di nav wan de 2,000 betanî, 1,000 balgih û 5,00 doşek ji malbatên bêwar li Bajarê Hebanîyayê yê Geştyarî cihê kamp ji ber barana xurt ziyan gihabû wan, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500