Nûçeyên Iraqê

Tevî agirbestê şerên dijwar li Xûtaya Sûriyê diqewimin

Hêzên rêjîma Sûrî, tevî "agirbesta mirovî" ya ji alîyê Rûsyayê ve hat îlankirin û aniha di roja xwe ya duyem de ye, îro Çarşemê (28ê Sibatê) li derdora Xûtaya Rojhilatî şer bi çekdarên opozîsyonê re kirin, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku şer dijwar bû û bi şev li devera li jêr kontrola opozîsyonê li derdora paytextê Şamê teşene kir.

Çarşemê zû, berî ku "Agirbesta mirovî" careke din dest pê bike, careke din hêzên Sûrî Xûtaya Rojhilatî bi topavêj û êrîşên asmanî kirin armanc, serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Wî got ku hêzên rêjîmê sûd ji "bombebarankirina dijwar û şerên dijwar li derdora Xûtaya Rojhilatî girt daku hinekî li navçeyên Hoş Zewahirî û Şeyfûnîyayê bi pêş ve biçin".

Roja Duşemê, Serokê Rûsî Vladimir Putin emir kir ku rojane pênc saetan "agirbesta mirovî" bidome daku derfetê bidin ku alîkarî bigihe devera alozdar û niştecîyên birîndar bên derxistin.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî û topkirina li ser deverê rawestiyan berî ku "agirbest" careke din îro Çarşemê dest pê bike, lê şerê li ser erdê li derdora Hoş Zewahire û Şeyfunîyayê berdewam kir.

Laşên şeş kesan li deverê ji bin molozan hatin kişandin, bi vî awayî, ji 18ê Sibatê ve hejmara giştî ya sivîlên hatine kuştin gihiştiye 590, Rewangehê got.

Dora çarîyek ji kesên hatin kuştin zarok in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500