Nûçeyên Iraqê

3 endamên DAIŞ li Enbarê tên kuştin

Hêzên Îraqî sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku pilan dikirin ku xwe li Enbarê li rojavayê welat biteqînin kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Îraqî îro Sêşemê (27ê Sibatê) ragihand.

"Fermandariya Operasyonên Cezîrê Sêşemê sê kesên xwekuj [xwe amade dikirin] li rojhilatê taxa Bekir li navçeya Hîtê kuştin,di operasyoneke pêşgirtinî de bi hevahengî li gel Ajansa Dijî Terorê," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Daxuyaniyê eşkere kir ku du baregehên DAIŞê li heman deverê ku qasên mezin ji bombeyên bidestçêkirî û êlekên teqîner di wan de bû hatin wêrankirin.

Daxuyaniyê got ku endamên DAIŞê pilan dikin ku bi çekan deverên jiyandar li Enbarê bikin armanc.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500