Nûçeyên Iraqê

Baranbarînê 75 parçeyên şûnwarî li Babila Îraqî kifş dikin

Baranbarînê 75 parçeyên şûnwarî yên kevnar li cihê arkolojî yê Borsîpayê l parêzgeha Babilê ya Îraqî, AFP Yekşemê (25ê Sibatê) ragihand.

Tîrakotayên xezefî, parçeyên diravî û hesinî ku divegerin serdema Parsiyan di nav tiştên dîtî de bûn, Husên Flêh ji rêveberiya şûnwaran li parêzgehê ragihand.

"Ev parçe dê bên pişkinînkirin bo temenê wan bi dîqet were zanîn," wî got.

Dozîneweya tiştan ji ber baranbarînê li Îraqê berbelav e, lê belê çendîn kortên şûnwarî yên kûr li wî cihî hebûn li tenîşta heremekî Misilmaniyê yê bo pêxember Brahîm hatiye çêkirin.

"Par, 1,000 parçe hatin ser rûyê erdê bi vî awayî û ev piştrast dike ku şûnwarî dikarin li ser rûyê zemînê bin û ne merc e pir kûr li jêr zemînê bin," Flêh got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500