Nûçeyên Iraqê

80 endamên DAIŞê ên tên xwestin li Nînewayê hatin girtin

Hêzên Îraqî 80 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di çendîn operasyonan de ku haftiya borî pêk hatin li Mûsilê al-Geyara, Telefer Geliyê Nînewayê girtin, Fermandariya Operasyonên Nînewayê îro Duşemê (26ê Sibatê) ragihand.

"Bikarkirin bi şîretên xelkê, hêzên hevbeş ên Îraqî operasyonên pêşgirtî pêk anîn û 80 terorîstên ku dihatin xwestin girtin ji ber wan li gel DAIŞê kar kir dema wê parêzgeh kontrol kir," fermandar Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Kesên girtî ji 30 endamên payebilind ên DAIŞê pêk tên, ên ku bernav bikar tanîn û xwe di nava bêwarên vegeryayî de divşartin, lê şêniyan xeberlêdan li wan kir," wî got.

Wî got ku çek û agahî li ser telîfonên dest û laptopên hat girtin hatin dîtin, û wî da zanîn ku serkêşên serbazî û ewlehî bi giranî pişta xwe bi xebatên hewalgirî û şîretên şêniyan girêdan da ku endamên DAIŞê ên mayî li parêzgehê top bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500