Nûçeyên Iraqê

Îraq ceza mirinê li15 jinên Turk dibire ji ber endamtiya di rêzên DAIŞê de

Dadgeheke tawanan a Îraqî Yekşemê (25ê Sibatê) cezayê li 15 jinên Turk ferman kir piştî dît ku ew gunehkar in bi tevlîbûyîna di rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, AFP ragihand.

Jineke din a Tirk ku bi tevlîbûyîna di rêzên rêxistinê de hat tawanbarkirin bi zindanîkirina bo tevahiya jiyanê hat cezakirin, berpirsekî dadmendî eşkere kir, û bal kişand jî ku hemû delîlên ku wan sûcdar dikin li ba wan hebûn.

Wî got ku çar ji jinan, yên ku hemûyan cilê reş li xwe kiribû, zarokên nûhatî li gel wan bûn.

Yên ku temenên wan di navbera 20 û 50 salî de ne, jinan got ku ew bi awayekî ne yasayî derbasî Îraqê bûne da ku bigihin hevjînên xwe yên ku dihatin Îraqê bo şer bikin bo "xîlafeta" ku li rûberên berfireh li Sûriyê û Îraqê qaşo hatibû ragihandin.

Wî got ku yekê ji wan ji dadwer re got ku ew tevlî şer bûbû li dijî hêzên Îraqî milbimilê tundrûyan.

Peyvdarê Encumena Bilind a Dadwerî, Ebdul Setar Bêreqdar ji AFP re got ku mehek derfet li pêşiya jinê hebû ku ew tanê li hukim bide.

Heftiya borî, komeke din a bîjinên biyanî yên çekdarên DAIŞê ji dadgehekê re gotin ku ew bi darê zorê ji aliyê mêrên xwe ve berê wan bo Îraqê hatibû anîn.

Zagona dijî terorê ya Îraqî dadgehan mafdar dike ku kesên ku tê payîn wan alîkariya DAIŞê kiriye dad bike eger ew bi pêkanîna êrîşan jî nehatibin tohmetbarkirin.

Ew herwiha rê dide ku cezaya mirinê li dijî her kesî were girtin -- di nav de kesên ne şervan -- dema ku ew ser bi DAIŞê ve bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500