Nûçeyên Iraqê

Îraqê rê li ber hewleke DAIŞê a derbasbûna bi dizî ji Sûriyê digire

Hêzên Îraqî yên hevbeş rê li ber 10 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, ên ku hewl didan sînor derbas bikin ji aliyê Sûriyê ve derengiya Çarşemê (21ê Sibatê), Fermandariya Operasyonên Enbarê Pêncşemê ragihand.

Endamên DAIŞê hewl da derbasî Îraqê bibin di Qaimê re li rojavayê Enbarê, peyvdarê fermandariyê, eqîd Mihemed Dulêmî ji Diyaruna re ragihand.

"Wan sûd ji rewşên xerab ên keşûhewayê û tariyê wergirt," wî got, wî da zanîn jî ku "şeş terorîst hatin kuştin di şer û pevçûnan de û hinek din bi şûn de vekişiyan nava xaka Sûriyê".

Wî da zanîn ku du leşker birîndar bûn di pevçûnan de û aniha rewşa wan seqamqîr e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500