Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor doz dike ku rê were dayîn ku ew xwe bigihîne birîndarên Xûtaya Rojhilatî

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor îro Çarşemê (21ê Sibatê) daxwaz kir ku rê were dayîn ku ew xwe bigihîne devera opozîsyonê ya li nêzî Şamê, ku li wir êrîşên asmanî yên rejîmê vê heftiyê zêdetirî 300 kesî kuştin û 1,400 kesên din birîndar hiştin, AFP ragihand.

Êrîşên asmanî yên rejîma Sûriyê li ser Xûtaya Rojhilatî herî kêm 24 kes kuştin îro Çarşemê, ku herî kêm sê ji wan zarok bûn, û zêdetirî bi dehên kesan birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku qurbaniyên dawîn hatin kuştin bi lêdanên asmanî li ser bajarokên Cisrîn û Kifer Betnayê, û got ku bermîlên teqîner hatin bikaranîn.

"Tê pêşbînîkirin ku şer bibe sedema azarên bêhtir di roj û heftiyên li pêş de, û tîmên me bi hewce ne ku destûr ji wan re were dayîn ku derbasî Xûtaya Rojhilatî bibin û alîkariya birîndaran bikin,"Maryana Gaser, serokê şandeya Xaça Sor li Sûriyê, got.

Balafirên şer ên Sûrî vê mehê êrîşên xwe li ser deverê dijwartir kirin, devera ku dikeve rojhilatê Şamê de û cihwarê dora 400,000 sivîlan e.

Tofana bombebarandinê ya ku rejîmê li bajarokên Xûtaya Rojhilatî pêk aniye bû sedema wêraniyeke giştî û komelkujiyan.

Rêyên diçin vê deverê hatin girtin, û bi tenê yekane karwana alîkriyê îsal gihiştiye wê.

Xaça Sor got ku qasê karîseyê dihêle ku divê destûr ji tîmên wê yên bijîşkî re were dayîn ku ew derbas bibin daku alîkariya perestar û nûjdarên lokal ên ku li ber lehiya birîndaran çûne bikin.

"Qurbaniyên birîndar jiyana xwe ji dest didin ji ber ew dermankirinê di dema pêwîst de wernagirin," Gaser got.

NY Sêşemê got ku şeş nexweşgeh bûn hedefa êrîşên asmanî di du rojan de li Xûtaya Rojhilatî, û di encamê de sê ji wan li derveyî xizmetê ne û çendîn kes hatin kuştin.

"Ez dilteng im û bizdayî me ji ber raportên ku qala êrîşên hovane dikin li ser şeş nexweşgehan li Xûtaya Rojhilatî di 48 demjimêrên derbasbûyî de," Panos Momtzis, kordînatorê herêmî yê karûbarên mirovî yê NY bo kirîza Sûriyê, got.

Ligel şeşên di lîsteya NY de, nexweşgeheke din a girîng bû hedef û kete derveyî xizmetê de roja Sêşemê, Komela Bijîşkî ya Sûrî Amerîkî got.

Sekreterê Giştî yên NY Antonyo Guteres Sêşemê got ku ew "bi giranî heyecan e" ji ber tundiya zêdebûyî, û hişyarî da hemû aliyan ku divê ew bi pirensîpên bingehîn ên zagona mirovî pêbend bin, di nav de parastina sivîlan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500