Nûçeyên Iraqê

Dadgeha Iraqî jibîyên biyanî yên DAIŞê yên "xapandî" tawan bar dike

Dadgehekê li paytexta Iraqî roja Yekşemê (18ê Sibatê) jineke Tirkî bi mirinê ciza kir û 11 jinbîyên biyanî ji ber ew endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi girtina ebedî ciza kirin, AFP ragihand.

Her 12 jin, 11 Tirk û Azerî, hin ji an zarok şîr didan, hatin tawanbarkirin tevî wan gazî dikir ku ew hatin xapandin yan zor li wan hat kirin ji alîyê hevjînên wan ve da ku tevlî wan li Iraqê bibin.

Jinên 20 heta 50 salî , li Mûsil û Teleferê hatin girtin, cihê ku hevjînên wan lê hatin kuştin dema ku hêzên Iraqî bajarên bakur vegerandin.

Praêzerên ku ji alîyê dewletê ve hatin destnîşankirin gotin ku hemû jin hatine xapandin da ku werin Iraqê û ti destên wan di kiryarên tundîyê de nînin.

Lê bi Bendê 4an ji qanûna dijî terorîzmê ya Iraqî hatin tawanbarkirin li dijî " çi kesê kiryarên terorîzmê dikin, han didin, plan dikin, temwîl dikin yan alîkarîyê tê de dikin" û yên bi awayekî ne qanûnî derbasî welat dibin.

Jêdereke dadmendî got ku ciza li ser jinan ji alîyê destyeke ji sê dadgeran ve piştî sê hefteyan ya mehekê ji lêpisînan hat.

Mehek bi wan re heye ku gilî bikin.

Hejmareke tam ji 509 jinên biyanî li Iraqê hatine girtin û 813 zarok jî bi wan re ne, li gor jêdereke ewlekarî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500