Nûçeyên Iraqê

4 endamên DAIŞê li nêzî sînorê Bi Sûriyê re hatin girtin

Hêzên Îraqî çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin li avahiyeke ku qasên mezin ji çekan û teqemeniyan tê de bûn li rojavayê Enbarê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî îro Pêncşemê (15ê Sibatê) got.

"Hêzên Îraqî êrîş birin ser avahiyekê li Husêbya Rojavayî, li nêzî sînorê bi Sûriyê re, avahiya ku berî aniha wekî avahiya Rêveberiya Gumrikê dihat bikaranîn," berdevkê fermandariyê, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên Îraqî bi endamên DAIŞê re ketin pevçûnan de berî wan neçar bikin ku xwe radest bikin.

"Dest li ser çek, alavên leşkerî, teqemeniyên bidestçêkirî, û mayîn di operasyonê de hat danîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500