Nûçeyên Iraqê

Şanderê Amerîkayî bang li hevalbendan dike ku şerkirina li hember DAIŞê bidomînin

Wezîrê Derve yê Amerîkî Rêks Tilerson Sêşemê (13ê Sibatê) bang li hevalbendan kir ku şerkirina li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bidomînin û got ku dawîhatina şerê mezin nayê wateya "şikestina" tundrûyan, AFP ragihand.

Tilerson di civîneke wezîran de ya hevpeymaniya leşkerî ku şerê DAIŞê dike li Îraq û Sûriyê aixivî.

"DAIŞ tê şikandin lê bidawîhatina operasyonên mezin nayê wateya ku me şikestina DAIŞê û têkçûyîna wê bi dest xistiye," Tilerson got.

"DAIŞ dimîne gefeke cidî ji aramiya herêmê, niştîmanên me û beşên din ên cîhanê re," wî got.

Îraqê serkeftina li ser DAIŞê Kanûna Yekem ragihand, lê belê hîn jî hebûna rêxisitnê li Sûriyê heye.

Tilerson got ku Amerîka dê "hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ku xema wê DAIŞê biparêze" û "dê rahênankirina hêzên ewlekarî yên xwecihî bidomîne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500