Nûçeyên Iraqê

Xûzeyên Sipî yên Sûriyê rastî kêmbûyîna budceyê tê

Xûzeyên Sipî yên Sûriyê Sêşemê (13ê Sibatê) got ku budceya wan a 2018an bo karê parastina jiyanê li Sûriyê di kêmbûyînê de ye, AFP ragihand.

Rêxistin, ya ku 3,700 endamên wê yên ewlekirina sivîlên li jêr kavilan ji ber şerên li Sûriyê hene, rastî kêmbûyîneke mezin di budceyê de tê bi berhevkirin li gel sala par, cîgirê serokê rêxistinê, Ebdulrehman Elmewas, ji nûçegihanan re li Parîsê got.

"Me dest pê kiriye em bo 2018an berhev dikin. Kêmbûyîn dora 6 milyon dolaran e," Elmewas got, wî da zanîn jî ku dayînên ji kesayetan bi tenê dikarin beşekî ji kêmbûyînê qerbû bikin.

Ji wî hat pirsiyarkirin ka kîjan welat mezintirîn doner bû sala 2017an da, wî Amerîka û Birîtanya anîn ser ziman, lê wî qebûl nekir ku hikûmetên ku piştgiriya wan ya aborî di kêmbûyînê de ye bîne ser ziman.

Kêmbûyîna ji 18 milyon dolaran bo 12 milyon dolaran hişt ku rêxistin di karê xw yên alîkarîkirina xelkê de hêdî bibe dema ku rejîma Sûriyê êrîş berdan ser devrên di dest opozîsyonê de.

Rêxistin texmîn dike ku 400 sivîl yan hatin kuşt yan jî birîndar bûne di êrîşên hefteya borî li ser Xûtaya Rojhilatî, û li wir 300 xwebexşên Xûzeyên Sipî çalak in.

Ji dema ku Xûzeyên Sipî dest bi kar kir di 2013an de, 218 ji xwebexşên wê mirine û 500 xwebexşên wê yên din birîndar bûne, Elmewas got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500