Nûçeyên Iraqê

Fransa gefa êrîşên asmanî li Sûriyê dike eger êrîşên kîmawî hatin piştraskirin

Serok Êmanwêl Makron Sêşemê (13ê Sibatê) got ku Fransa dê êrîşên asmanî pêk bîne eger hat piştrastkirin ku rejîma Sûriyê çekên kîmawî yên qedexe li dijî welatiyên xwe bikar anîbe, AFP ragihand.

"Em dê êrîşên asmanî pêk bînin li cihê ku êrîşên kîmawî hatin pêkanîn û yan hatin rêxistinkirin," Makron ji çapemeniya serokatiyê re got.

"Lê belê îroj ajansên me angaştên li dor bikarhatina çekên kîmawî li dijî gelên sivîl nehatine piştrastkirin," wî da zanîn.

"Her çaxê ku hat piştrastkirin, ez dê gotinên xwe bînin cih," Makron hişyarî da, û wiha dewam kir "berîtî ji şerkirina li dijî terorîstan û cîhadîstan re ye".

Derbarê rejîma Sûriyê, yan aniha yan jî pişt kirîzê; "ew dê pêşbirî dadweriya navdewletî bibe", wî da zanîn.

Makron herwiha bang bo civîneke navdewletî li dor Sûriyê kir, eger li herêmê ne gengaz be.

Rejîma Sûriyê Çarşemê red kir ku çekên kîmawî di destê wê de hebin, û Cîgirê Wezîrê Derve, Fêsel Meqdad got ku bikaranîna van çekan karekî "bê exlaqî ye û nayê pejrandin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500