Nûçeyên Iraqê

Kerwanê alîkarîya seretayî îsal derbasî Xûtaya Rojhilatî dibe

Karwanê alîkarîya seretayî ji Mijdarê ve îro Çarşemê (14ê Şibatê) derbasî devera opozîsyona Sûrî li Xûtaya Rojhilatî dibe, NY got.

Bombebarankirina tund ji alîyê rêjîma Sûrî ve bêtir ji 250 sivîlan li devera dorpêçkirî li derveyî Şamê hefteya borî kuştin, AFP ragihand.

"Kerwanê yekem ê hevbeş ji ajansên girêdayî NY û Heyva sor ya Sûrî îsal derbasî xetên şer li Nişabîyayê li Xûtaya Rojhilatî bûn da ku xwarin, pêdivîyên tendirustîyê û zad bidin 7,200 kesî," Ofîsa NY bo Hevahengîya Karûbarên Mirovî (OCHA) got.

Dora 400,000 kes li Xûtaya Rojhilatî dijîn, cihê ku ji sala 2013an ve ji alîyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye, û rastî kêmbûneke tund di xwarin û derman de tê.

Encumena Ewlekarîyê ya NY hazirîya projeyeke çareserkirinê dike, projeya ku daxwaza agirbesteke 30 rojî li Sûrîyayê dike daku bihêle alîkarîya mirovî ya lezgîn were dayîn.

Swêd û Kiwêtê projeya biryarekê pêşkêş kirin, ya ku daxwaza bidawîkirina yekser a dorpêçkirinê dike, di nav de Xûtaya Rojhilatî, piştî ku Rûsya hefteya borî bangeke mîna wê ji alîyê berpirsyarên NY ve ya "ne jînwarî" raçav kir red kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500