Nûçeyên Iraqê

DAIŞ ji Idlibê tê derxistin pişt wê xwe radestî Tehrîr el-Şam kir

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parêzgeha Idliba Sûriyê hat derxistin piştî koma dawî ji çekdarên tundrew xwe radestî hevbendîya dijber a Tehrîr el-Şam û komên din ên opozîsyonê kirin îro Sêşemê (13ê Şibatê), AFP ragihand.

Dora 400 kesan di nava wan de çekdarên DAIŞê, kesên girêdayî wan û birîndar îro Sêşemê xwe radestî hevbendîya kêmên opozîsyonê yên tund kirin, berdevkekî bi navê koma Ceyş el-Nesir ya ku di operasyonê de beşdar bû got.

"Me bi topavêjê li bajarokê Xwînê xist heta me hişt ku qayil bibin ku xwe radest bikin," Ebû Mecid el-Humsî, got.

Humsî got ku ew dê werin lêpirsînkirin da ku bibînin eger wan şanên razayî li deverê çandine û ew dê li pêşîya "dadgehên taybet" werin darizandin.

Berî vê DAIŞê kontrola bakur û navenda Sûrîyayê dikir di nav de beşin ji Hema, Hums û parêzgeha Helebê û gelek dever ji Reqayê.

Piştî zingirekê ji têkçûnên mezin, bi sedan çekdarên DAIŞê reviyan cihekî li cem xaçerêka parêzgehên Hema, Idlib û Helebê.

Ew bi temamî ji her sê parêzgehan hat derxistin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Hêzên hikûmeta Sûrî hefteya bûrî, ew ji Hemayê ber bi parêzgeha Idlibê ve dehf dan, birêveberê Rewangehê, Ramî Ebdil Rehman, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500